Amerîka Dest bi Pêla Duyem a Êrîşên Dijî Îranê Kir

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku wan dest bi pêla duyemîn a êrîşên dijî Îranê kiriye.

CENTCOM’ê li ser platforma X’ê got, “Îro demjimêr 3ê piştî nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê, hêzên Amerîkî dest bi operasyonên pêla duyemîn a êrîşan li dijî Îranê kir.”

Wê got ku “Êrîş li dijî şîyanên leşkerî yên Îranê ne ku ji bo gefxwarina li ser keştîyên ku bi azadî di Tengava Hormuzê re derbas dibin, tên bikar anîn.”

Tengava Hormuzê rêyeke avî ya navneteweyî ye û ji bo bazirganîya cîhanî girîng e.

“Artêşa Amerîkî Îranê li gorî fermana Serfermandarê Giştî muhasebe dike,” CENTCOM’ê got.