Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê: Kompanîyên Amerîkî Dixwazin li Sûrîyê Kar Bikin

Dîmenek parzûngeha petrolê li bajarê Banyasê yê Sûrîyê.

Wezîrê Enerjîyê yê Sûrîyê Mihemed El Beşîr li paytexta Amerîkayê Washingtonê ragihand ku kompanîyên Amerîkî yên mezin dixwazin di projeyên enerjîyê li Sûrîyê de cih bigirin.

El Beşîr îro Sêşemê dîyar kir ku şandeke Amerîkî wê di meha Îlonê de seredana Sûrîyê bike.

Karbidestê Sûrî li Washington hejmareke civîn pêk anîn. Wî li ser platforma X'ê got: “Me bi komeke kompanîyên petrolê yên Amerîkî re hevdîtinek li dar xist. Di serî de ExxonMobil, Chevron, û ConocoPhillips, û çend kompanîyên din ên ku me berê bi wan re rêkeftinên têgihîştinê îmze kiribûn. Em niha di pêvajoya nivîsandina peymanên petrol û gazê de ne."

Wezîrê Sûrî got ku ew ligel Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkî Chris Wright re jî hevdîtin kir da ku li ser hevkarîyê û derfetên weberhênanê li Sûrîyê danûstandinan bikin.

Ji alîyê xwe ve, Yûsif Qeblawî, Serokê Kompanîya Petrolê ya Sûrîyê, tekez kir ku danûstandinên niha li Washingtonê têne kirin, bi beşdarîya şanda Sûrîyê di konferansa Enerjiya Cîhanî de li Encûmena Atlantîkê, ji bo aborîya niştimanî girîng in.

Qeblawî got: "Me eleqedarîyeke rastîn û cidî ji kompanîyên mezin ên Amerîkî ji bo weberhênana di sektora petrol û gazê ya Sûrîyê de dît."

Wî dîyar kir ku Sûrîye li bendê ye hevkarîyên stratejîk ên xurt ligel Amerîkayê ava bikin.

Heta amadekirina vê nûçeyê, Wezareta Enerjîyê ya Amerîkayê ti daxuyanî derbarê hevdîtinên ligel alîyê Sûrî nedaye.