Cezayên Amerîka Dijî Tirkiyê, Rûsya û Îranê û li Rojava Çawa Tên Nirxandin

Di dema dawî de rêveberiya Amerîka toleyên abûrî danîn ser sê dewletên ku rola wan di aloziya Sûriyayê de heye, Tirkiya, Îran û Rûsya.

Di nêrîna siyasetmedarên Kurd de yên li bakurê sûriyayê ku Cezeyên Amerîka li ser van hersî dewletan wê bandorek wê ya erênî li ser çareseriya aloziya Sûriyayê hebe.

Li gor sîyasetmedaran, Îran,Tûrkiyê û Rûsîya kelemên sereke ne li pêş pêkanîna veguhestina sîyasî li Sûriyê

Di heman dema ku Amarîka ser hersê welatan fişarê dike, Kurdên Sûriyê û hevalbendên wan li Şamê dest bi danûstandinan bi rêjîmê re dikin.

Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akif dibêje fişara Amarîka ser hersî welat an wê guhertinek mezin bi xwe re tîne.

Akif dibêje:

"Hêvîya me ewe ku di encama van guhertinan de nerîna xelkên Sûrî di çara sîyasî de hebe, bêyî dûrxistina çi alîyekî Sûrî."

Cezeyên Amerîka li gorî siyasetmedaran wê pir giring bin û giringiya cezeyan wê bibe sedama derxistina destên hersê dewletan ji Sûriyê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ENKS dibêje sînorkirina rola hersê dewletan li Sûriyê dikeve xizmeta çareseriya siyasî.

Endamê hemahingiya giştî ya ENKS Tahir Hesaf dibêje:

"Cezeyên Amerîka bê guman pir girîngin, nexasim ev hersê dewlet destê wan di aloziya Sûriyayê de heye."

Li gorî kolana Kurdî li Sûrî Amarîka welatê herî bi bandore di pêkanîna çara sîyasî de li Sûriyê.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Zana Omer