Amerîka Sizayan Datîne ser Îranê ji ber Danheva Bacê ji Tengava Hormuzê

Wezareta Xezîneya Amerîka roja Çarşemê ragihand ku ew sizayan datîne ser Desteya Tengava Hormuzê ya hikûmeta Îranê.

Ev sazî karê rêveberî û derbasbûna keştîyan di nav Tengava Hormuzê re dike.

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê (OFAC) got ku “Sazîya rêvebirina Tengava Hormuzê li ser lîsta cezayên wezaretê hatiye zêdekirin.”

Ji dema destpêkirina şerê Amerîka, Îsraîlê û Îranê li 28'ê Sibatê, Tehran Tengava Hormuzê kontrol dike. Dora 20% ji petorla cîhanê di wê rêka deryayî re derbas dibe.

Wezareta Xezîneya Amerîka got ku her alîyek hevkarî, piştgirî yan xizmetan pêşkeşî Hêzên Pasdarên Îranê bike, dibe ceza li ser bêne sepandin.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got, “Hewildana dawî ya artêşa Îranê ji bo bidestxistina piştgirîya deryayî û wergirtina pereyan ji keştîyên cîhanê nîşan e li ser krîza aborî ya rejîmê.”