Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Înê ragihand ku wê siza danîye ser neh keştîyên neftê yên Îranê, wekî berisv hember serkutkirina xwepêşandanên ku nêzîkî mehekê ye li dijî Tehranê didomin.
Wezaretê got ku ji bilî keştîyên, xwedîyên wan û kompanîyên rêvebirina wan jî hatine sizakirin. Wê herwiha diyar kir kur van alîyên sizakirî bi qasî sedan milyon dolar nefta Îranî û berhemên petrolê bo bazarên bîyanî vediguhestin.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent di daxuyanîyekê de got ku “sizayên îro pêkhateyeke girîng dike armanc ku dahat ji Îranê re dianî da ku pê xelkê xwe tepeser bike. Wekî berî jî hatiye destnîşankirin, Wezareta Xezîneyê dê bi berdewamî bi dehan milyonan dolar dişopîne, ew pereyên ku rejîma dizîye û hewl dide ku bişîne bankên derveyî Îranê.”
Serkutkirina rejîma Îranê hember xwepêşandanan bû egera civîneke Civata Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî. Di kombûneke taybet de ku roja Înê lidar ket, Civatê rewşa Îranê bi berfirehî gotûbêj kir.
Volker Turk, Komîsarê Bilind yê NY bo Mafên Mirov, got ku “kuştina ser kolanên Îranê kêm bûne, li bi hovane didomin.”
Wî bang li rejîma Îranê kir ku kiryarên xwe “ji nû ve li ber çavan bigire, ji kolanan vekişe û dawîya li zordarîya hovane bîne, di nav de jî darizandinên bilez û cezayên bê neyeksan.”
Turk herwiha bang li civaka navnetewî kir ku gavên demûdest bavêje ji bo serederîya sizayan li ser mafên mirov yên gelê Îranê.
Rêvebirîya Trump Sibata borî ji Civata Mafên Mirov ya NY vekişîya. Ew dibêje ev ajans ligel hinekên din yên NY dûrî erkê xwe yê serekî bo belavkirina aştî û ewlekarîya navnetewî dûr ketiye û li şûna wê “li dijî berjewendîyên Amerîka dixebite û êrîşên hevalbendên me dike û antî-semîtîzmê belav dike.”