Amerîka Cezayan Datîne ser Tora Gazê û Kompanîyên Sexte yên Îranê

Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Înê ragihand ku ew cezayan datîne ser toreke kes, kompanî û keştîyan ku bi dizî gaza Îranê bi navê gaza Omanê difirotin Asyayê.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku vê tora ku bi sedan milyon dolar ji firotina gazê qezenc dikir û qanûnên cezayên Amerîkî binpê dikirin.

Li gor agahîyên Wezareta Xezîneyê, vê torê kompanîyên sexte li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Çînê bikar anîne. Wan bi hesabên bankên biyanî û keştîyên dizî, bi milyonên bermîl gaza Îranê firotine û cezayên Amerîkayê binpê kirine.

Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got: "Aborîya Îranê xirab bûye û artêşa wê jî lawaz bûye."

Wezaretê herwiha ceza danî ser kompanîya pevguhertina pereyan a Îranî "Mehrdad Geramian Nik and Partners" û rêberên wê. Hat eşkerekirin ku wan bi sedan milyon dolarên biyanî ji bo bankên Îranî yên sizakirî veguhestine.

Di dawîya daxuyanîyê de wezarata Amerîkî soz da ku Amerîka dê herdem rê li keştîyên veşartî, sîstemên bankan ên sexte û bazirganîya Îranê ya ligel cîhanê bigire.