Amerîka Sê Şaxên Îxwan el Muslimîn Wekî Rêxistinên Terorîst Destnîşan Dike

Avahîya Wezareta Xezîneya Amerîkî.

Wezareta Xezîneya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku bi hemahengî ligel Wezareta Derve wan sê şaxên grûpa Îxwan el Muslimîn wekî rêxistinên terorîst destnîşan kirine.

"Îxwan el Muslimîn handan, piştigrî û pere dane rêxistinên terorîst wekî Hemas, ku metirsîyên rasterast in ser ewlehî û ewlekarîya gelê Amerîkî û hevalbendên me," John Hurley, Alîkarê Wezîrê Xezîneyê bo Karûbarên Fînansa Zanyarî û Terorîzmê, di daxuyanîyekê de got.

Destnîşankirina îro şaxên Îxwan el Muslimîn li Misir, Urdun û Libnanê di xwe de digire. Hikûmeta Amerîkî dibêje van rêxistinan alîkarî û piştgirî dane koma Hemas ya Filîstînî.

"Tevî rûyê wan yê aştîyane ji derve, herdu şaxên Îxwan el Muslimîn li Misir û Urdunê komplo kirine ji bo piştigrîya terorîzma Hemasê û serwerîya hikûmetên xwe yên niştimanî binpê kirine. Ev Rêvebirî dê her alavekî li ber destên me bikar bîne da ku wan berpirs derxîne li hember tundûtûjîya ku li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê han didin bi mebesta belavkirina şêweyê wan yê tundrê yê Îslamê," Hurley da zanîn.

Wezareta Xezîneyê got ku tevî Îxwan el Muslimîn îdîa dike ku wê tundûtûjî red kiriye, ev şaxên grûpên ku îro hatin destnîşankirin bi berdewamî piştgirîya terorîzmê dikin bi şêweyekî ku gefeyê li berjewendîyên Amerîka û hevalbendên wê dike.