Wezareta Cengê ya Amerîkî roja Sêşemê ragihand ku hejmara giştî ya Lîwayên Tîmên Şer ên ku ji bo Ewropayê hatine destnîşankirin ji çaran bo sêyan kêm dike, di demekê de ku rêveberîya Trump helwesta leşkerên Amerîkî li parzemînê diguherîne û welatên NATO’yê han dide ku berpirsiyarîya ewlehîya xwe bêtir hilgirin ser xwe.
Lîwayên Tîmên Şer ên ku bi bi BCT tên nasîn, yekîneyên şer ên yekbûyî yên artêşa Amerîkî ne ku fermandarekî wan heye û ji bo operasyonên şer ên nûjen hatine çêkirin. Lîwayê Şer, pir caran ji 2,500 heta 5,000 leşkeran pêk tê.
Di daxuyanîyekê de, Pentagonê got ku hejmara leşkerên BCT li Ewropayê dê vegere asta 2021an, her çend wê hejmara leşkerên ku dê werin kêmkirin nedaye.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell di daxuyanîyê de got, "Ev biryar encama pêvajoyeke berfireh û pirqatî bû ku li ser helwesta hêzên Amerîkî li Ewropayê disekine."
Wî got ku kêmkirina tîmên şer dê bibe sedema "derengketineke demkî" ya bicihkirina hêzên Amerîkî bo Polonyayê, welatekî ku Pentagon wekî "hevalbendeke model a Amerîkî" bi nav dike.
Berê roja Sêşemê, Cîgirê Serok JD Vance derengketina bicihkirina 4,000 leşkeran bo Polonyayê piştrast kir.
Vance di dema konferanseke rojnamegerîyê de li Koşka Spî got, "Me asta leşkeran li Polonyayê bi 4,000 leşkeran kêm nekiriye. Tiştê ku me kir ev bû ku me bicihkirina leşkeran ku dê biçûya Polonyayê dereng xist, ev ne kêmkirin e, ev tenê derengketineke standard a dorê ye ku carinan di van rewşan de diqewime."
Pentagonê her wiha piştrast kir ku Wezîrê Cengê Pete Hegseth roja Sêşemê bi Cîgirê Serokwezîrê Polonyayê Kosiniak-Kamysz re axivî ye.
Amerîka zextê li hevalbendên Ewropî yên di NATO’yê de dike ku barê xwe parve bikin û di parastina xwe de pêşengîyê bikin.
Vance got, "Em dixwazin ku Ewropa bêtir xwedî li yekparçeyîya axa xwe derkeve. Em dixwazin ku Ewropa bi awayekî mezin gavan bavêje."
"Serok [Donald Trump] negotîye ku ew hemû leşkerên xwe ji Ewropayê derdixe, lê divê Ewropa li ser lingên xwe bisekine."
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte roja Çarşemê ji hevpeymanîyê xwest ku sozên ku di lûtkeya Lahay ya par de hatine dayîn, bicîh bînin, ku wî got hevalbendan soz dane ku heta sala 2035an lêçûnên parastinê bigihînin 5%ê GDPya xwe.
Rutte berî civîna Wezîrên Derve yên NATO’yê ya li Helsingborg, Swêdê, di dawîya vê hefteyê de axivî û got ku hevpeymanî hewce dike ku ji "girêdana netedurist a li ser yek hevalbendî" dûr bikeve.
Pentagonê vê dawîyê ragihand ku ew ê di 6 heta 12 mehên bê de 5,000 ji nêzîkî 35,000 leşkerên Amerîkî yên li Almanyayê bi cih bûne, vekişîne.