Ajansa Reuters ji zarê karbidestekî Koşka Sipî îro Çarşemê ragihand ku Serok Donald Trump ligel berpirsên payebilind ên çend kompanîyên petrol û gazê re kom bûye.
Li gor wî berpirsî, civîn roja Sêşemê ligel karbidestên kompanîya Chevron û çend kompanîyên din ên enerjîyê pêk hat.
Di civînê de danûstandin li ser çend mijarên girîng, wek hilberîna petrolê, rêkeftinên firotina petrolê yên siberojê, veguhestina berheman hatin kirin.
Berdevkekê Chevron got ku Mike Wirth, rêveberê giştî yê kompanîyê, beşdarî civînê bû da ku li ser bazarên cîhanî yên petrolê biaxivin.
Koşka Sipî heta amadekirinê vê nûçeyê li ser vê civînê ti daxuyanî nedaye, lê karbidestên Koşka Sipî diyar kir ku Trump bi berdewamî bi rêvebirên fîrmên enerjîyê re dicive da ku nêrînên wan li ser bazarên enerjîyê yên navxweyî û cîhanî werbigire.