Trump Daxwaza Zêdekirina Budceya Berevanîyê bi Rêjeya 40% Dike

Serokê Amerîka Donald Trump roja Înê daxwaza 500 milyar dolarên zêdetir ji bo budceya leşkerî ya sala darayî ya 2027'an kir, di demekê de ku Amerîka operasyona xwe li dijî Îranê didomîne.

Daxwaza budceya 2027'an di demekê de tê ku serok rûbirûyê bijareyên meritsîdar li derveyî welêt dibe, ligel ku rêvebirîya wî hêza leşkerî dişîne Rojhilata Navîn û bilindbûna nirxên sotemenîyê wekî encamên şer.

Ev daxwaz bi wateyeke tê ku xercîya barevanîya Pentagonê dê di salekê de bi rêjeya 40% zêdetir bibe.

Serok Trump herwiha daxwaza birîna 10% ji budceya hin ajansên ne têkildarî berevanîyê ne kir.

Budceya zêde ya Serok Trump daxwaz kiriye dê bi rêjeya 5-7% ji bo zêdekirina mûçeyên leşkeran bikar bîne.

Koşka Sipî got ku ev budceya berevanîyê nêzîkî “zêdebûnên dîrokî yên berî Şerê Cîhanê yê Duyemîn” dibe.

Hêjayî gotinê ye ku daxwaza serok pêdivî bi erêkirina Kongresê Amerîkayê heye.