Çima Hebûna Trump di Civîna G7 de Piştî Rêkeftina bi Îranê re Girîng e?

G7 Summit Trump

Serokên welatên dewlemend û pîşesaz yên Koma Heftan (G7) roja Duşemê li bajarekî havîngeh yê Frensî li peravên Gola Cinêvê di dilê Ewrupayê de dicivin da ku li ser rêzek mijar gotûbêjan bikin.

Piştî ku Amerîka û Îranê lihevkirineke pêşîn ji bo bidawîkirina şer pêk anîn, girîngîya civînê zêdetir dibe.

G7 Çi Ye?

G7 hevpeymanîyeke nefermî ya welatên dewlemend û pîşesaz e ku endamên wê; Amerîka, Brîtanya, Keneda, Frensa, Almanya, Îtalya û Japonya ne, û her weha Rûsya demekê di nav de bû. Yekîtîya Ewrupayê beşdarî hemî civînan dibe lê wekî yek ji heft welatên orîjînal nayê hejmartin û mafê wê tune ku serokatîya komê bike ji ber ku ew bi serê xwe ne welatek, belkî ew blokek ji 27 welatan pêk hatîye.

Tevlîbûna Rûsyayê di sala 1997an de navê wê guherand bo G8, lê di sala 2014an de piştî girtina nîvgirava Qirimê ya Ukraynayê, hate rawestandin.

Frensa di sala 2026 de li Kenedayê serokatîya komê wergirt

G7, piştî ambargoya petrolê ya OPECê di sala1973an de, wekî forumek ji bo welatên dewlemend ji bo çareserkirina krîzên aborî yên cîhanî hate damezrandin. Endamên wê bi hev re GDP'ya wan ji 50 trîlyon dolarî zêdetir e, hinekî kêmtir ji nîvê aborîya cîhanê.

Çarçoveya çalakîyên G7 di salên 1980an de berfireh bû û mijarên siyasî jî di nav xwe de girtin.

Di dîroka xwe ya 50 salî de, G7 bi gelek krîzên jeopolîtîk re rû bi rû maye, ji krîza petrolê ya salên 1970an bigire heya pirsên dor rola komê li ser asta cîhanê.

Vexwendina welatên din bo hilcivînê di salên dawî de bûye tiştekî normal. Îsal, rêberên ji Hindistan, Koreya Başûr, Kenya û Brezîlyayê di nav kesên vexwendî de ne.

Girîngiya Hebûna Trump di Hilcivînê de çi ye?

Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê serê sibê ji Washingtonê derket da ku beşdarî hilcivîna G7 bibe.

Di demekê de ku Trump hilcivîna G7 ya berê li Kenedayê bicî hîşt, rayedarên Frensî kêfxweşîya xwe ji hebûna wî anîn ziman.

Ji bilî Amerîkayê, endamên din ên G7, di nav de jî Brîtanya, Keneda, Frensa, Îtalya, Almanya û Japonya, rasterast ji biryar û kiryarên Trump ên li ser qada cîhanê bi bandor dibin, ku forma rêziknameya Rojhilata Navîn, bazirganîya cîhanî û dîplomasîyê datînin.

Serok Trump her wiha biryar e ku di dema hilcivînêde bi rêberên çend welatên Rojhilata Navîn re bicive. Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, ku bandora şer rasterast lê bûye, û her wiha Qeter û Misir dê li civînê bin.

Piştgiriya Ukraynayê

Serokê Amerîkayê dê civîneke xebatê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re jî li dar bixe. Civîna roja Sêşemê bi Zelenskyy re di demekê de tê ku şerê Rûsya li Ukraynayê hêdî bûye û Ukranya ji hevalbendên xwe bêtir alîkarîya leşkerî dixwaze.

G7 dixwaze hevgirtinê nîşan bide di piştgirîya Ukraynayê de; welatek ku niha di sala xwe ya pêncemîn de bi şer re rû bi rû maye.

Serokê Ukraynayê ji bo bidawîkirina şer hevdîtinên rû bi rû li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşniyaz kiriye.

Endamên Ewropî yên G7 dixwazin cihê Ukraynayê xurt bikin.

Bandora Rêkeftineke bi Îranê re çi ye?

Gotûbêjkirina gavên din ên li ser Komara Îslamî ya Îranê dê yek ji çend mijarên ku rêberên G7 dê di hilcivînê de ji 15 heta 17ê Hezîranê bin.

Rêberên G7 dixwazin hûrgulîyên peymana Amerîka-Îranê bizanibin. Hûrguliyên peymanê, ku tê pêşbînîkirin roja Înê li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin, nehatine eşkerekirin.

Trump got ku Tengava Hormuzê, rêyeke girîng a veguhastina petrol û gazê ya cîhanî ye ku hikûmeta Îranê bi mehan e bi bandor girtiye, dê roja Înê ji nû ve were vekirin û ferman da ku dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bi dawî bibe.

Berî hilcivîna G7, Frensayê piştgirîya xwe ji bo rêkeftineke nava G7 bi hevkarên Rojhilata Navîn re li ser daxwazên pêşbîn ên hikûmeta Îranê li ser bernameyên wê yên navokî û mûşekî, anî ziman.

Rêberên Misir, Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî jî dê beşdarî hevdîtinan bibin û daxwaza rêkeftineke dawî ya muhtemel bi Komara Îslamî ya Îranê re bikin.

Rastkirina “Nehevsengîyên Aborî yên Cîhanî”

Frensa, ku mêvandara hilcivîna îsal e, daxwaza sererastkirina tiştê ku ew jê re nehevsengî dibêje kiriye.

Rêberên wê dibêjin, "Çîn pir zêde hilberîne dike, Amerîka pir zêde bikar tîne û Ewropî pir kêm weberhênanê dikin."

Li Rojava, fikarên li ser zêdehîya bazirganîya Çînê û veguheztina wê ber bi pîşesazîyên teknolojîya bilind ve zêde dibin. Bêjînê polîtîkayên xwe yên pîşesazîyê parastiye.

Macron hewl daye ku rêbazeke hevpar wekî hewldanek dawîn berî ku Yekîtiya Ewropî biryar bide ku polîtîkayên bazirganîyê yên hişktir li dijî Çînê bişopîne, pêş bixe. Brazîl, Hindistan, Kenya û Koreya Başûr ji bo beşdarbûna di danûstandinan de hatine vexwendin, û Macron ji Çînê xwestiye ku xerckirina xwe ya navxweyî zêde bike.