Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê got ku Amerîka dê ji nêzîk ve ligel Îranê kar bike, rojekê piştî ku serokê Amerîkayî agirbesteke du hefteyî ligel Tehranê ragihand.
Trump di postekê de li ser platforma Truth Social got ku “Amerîka dê ji nêzîk ve ligel Îranê kar bike, ew Îrana ku me biryar daye ku di guhertineke berhemdar ya rejîmê de derbas bûye."
Serok Trump herwiha da zanîn ku “Êdî Uranyum nayê zaxkirin û Amerîka dê alîkarîya Îranê bike di hilanîna paşmayên navokî de ewên egera êrîşên balafirên B2 hatine binax kirin."
Serok Trump diyar kir ku "em dê bi Îranê re li ser sivikkirina baca gumrik û cezayan biaxivin, û em diaxivin."
Serokê Amerîkî behsa çavdêrîya nêzêk a Amerîkayê li ser bingehên navokî kir ku ji valahîya asmanî bi rîya Hêza Valahîyê (Space Force) tê şopandin.
Derbarê xalên rêkeftina agirbestê di navbera Amerîka û Îranê, Trump got, “Gelek ji 15 xalan berê me li ser hev kirine hatine qebûlkirin."
Her li ser platforma Truth Social, Serok Trump piştî ragihandina agirbesta du hefteyî ligel rejîma ev roj wekî “rojeke mezin ji bo aştîya cîhanê” bi nav kir.
Serok Trump got, “Amerîka dê ji bo sivikirina qerebalixa li Tengava Hormuzê alîkar be. Gelek çalakîyên erênî dê hebin, gelek pere dê hebin. Îran dikare ji nû ve dest bi avakirinê bike.”