Trump: Eger Heta Çarşemê Rêkeftinek ligel Îranê Çê Nebe, Dibe Agirbest Dirêj Nebe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger heta roja Çarşemê rêkeftineke dem-dirêj ligel Îranê çê nebe, dibe ku agirbesta heyî neyê dirêjkirin.

Serok Trump roja Înê li nav firoka serokatîyê Air Force One ji rojnamevanan re got: “Dibe ku ez dirêj nekim, lê dorpêç dê wekî xwe bimîne, ji ber vê yekê dorpêç li cihê xwe ye û mixabin dibe ku em neçar bibin ku dîsa dest bi bombebaranê bikin.”

Roja Çarşemê, agirbesta du hefteyî ya di navbera Îsraîl û Amerîka de bi Îranê re bidawî dibe. Ew agirbest bi hewldanên Pakistanê hatibû bidestxistin.

Trump herwiha got, “Nûçeyeke pir baş” derbarê Îranê gehişte min, lê wî hûrgilî neda.

Serokê Amerîka diyar kir, “berî 20 xulekan me nûçeyeke pir baş wergirt. Xuya ye ku tiştên pir baş li Rojhilata Navîn û ligel Îranê çê dibin. Emê di demek nêzîk de bizanin. Ez pêşbînî dikim tiştên baş çê bibin. Danustandin li ser piranîya van tiştan hatine kirin û lihevkirin.”

Dema ku pirsek ji Trump derbarê wan nûçeyên baş hate pirsîn, wî got “Hûnê bibihîzin.”

Wî zêde kir ku "Ez bawer dikim divê ew tişt bibe. Ew tiştek e ku bi tevahî watedar e û ez bawer dikim ku ewê bibe.”