Trump: Her Kesê Bixwaze Rêberê Nû yê Îranê be Dê Were Kuştin

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê got ku Amerîka û Îsraîl di şerê dijî Îranê de di rewşeke bihêz de ne û her kesê ku ji bo rêberîya Komara Îslamî were hilbijartin dê were kuştin.

Trump ji komek rêvebirên teknolojîyê re li Koşka Spî got, "Em niha di rewşeke pir bihêz de ne. Rêbertîya wan (Îranê) zû winda dibe. Her kesê ku bixwaze bibe rêber dê di dawîyê de were kuştin."

Wî got, "Mûşekên wan pir zû têne hilweşandin û hilgirên wan ên mûşekan yek bi yek têne hilweşandin."

Trump ji ABC News re li ser kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî got, "Berî ku li min bixe, min li wî xist."

Çend rojan piştî mirina Xamineyî, dema ku deng ji bo destnîşankirina cîgirê wî dihatin jimartin, avahîyeke ku 88 endamên Meclisa Xubregan tê de bûn hate bombebaran kirin.

Serokê Amerîka berê gotibû ku êrîşên li ser bingehên Komara Îslamî dikarin çar heta pênc hefteyan dirêj bikin.

Wî roja Çarşemê, dema ku behsa êrîşên Amerîkayê kir, got,"Ev nîşaneke mezin a hêza me ya leşkerî ye."

Wezîrê Cengê yê Amerîkî Pete Hegseth roja Çarşemê, di roja pêncemîn a operasyona Amerîkî de, got, "Me nû dest pê kiriye."