Tawanbarê Hewildana Kuştina Trump Dibêje Îranê Ew Neçar Kir ku Wê Yekê Bike

Asif Mêrçent

Welatîyekî Pakistanî ku bi komploya kuştina Donald Trump tê tawanbarkirin, roja Çarşemê li dadgehê got ku wî bi dilxwazî bi Supaya Pasdarên Îranê re hevkarî nekiriye.

Wezareta Dadê Asif Mêrçent bi wê yekê tawanbar kir ku hewl daye li Amerîkayê mirovan kom bike da ku komployekê pêk bîne û Trump û siyasetmedarên din ên Amerîkî armanc bigire, wekû tolhildana kuştina fermandarê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî.

Mêrçent di axaftina xwe de ku ji hêla New York Times ve hatîye weşandin, gotiye, "Min nexwestiye vê yekê bi dilxwazî bikim."

Wî îdî'a kir ku ew neçar ma bi Supaya Pasdaran re hevkarîyê bike da ku malbata xwe li Tehranê biparêze, lê dozgeran îdî’ayên wî red kirin.

Li gorî New York Times, Mêrçent îdî’a kiriye ku qet nehatiye erkdarkirin ku kesekî bikuje, lê rayedarê wî yê Îranî di dema hevdîtinên li Tehranê de navên sê kesan anîne ziman.

Ji bilî Donald Trump, navên Serokê wê demê Joe Biden û Nikki Haley ya ku dixwest wekî Komarî di hilbijartinên 2024an de bibe namzed, hatine behskirin.

Dadgehkirina Asif Mêrçent hefteya borî dest pê kir, demek kurt berî ku Donald Trump fermana êrîşa esmanî li dijî Îranê bide. Di êrîşên ku Îsraîlê beşdar bû de rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û hejmarek berpirsên payebilind ên Îranê hatin kuştin.

Trump roja Yekşemê ji ABC News re behsa planeke Îranê ya ji bo kuştina wî kir û got, "Min ew kuşt berî ku bigihêje min."