Trump: Rejîma Îranê a Terorîst di Her Warî de Wêran Dibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku rejîma Îranê di her warî de wêran dibe.

“Me rejîma terorîst a Îranê, di warê leşkerî, aborî û bi awayên din, wêran kir," Trump di postekê de li ser platforma Truth Social de got.

Serok Trump herwiha got: “Hêza deryayî ya Îranê, hêza wan a asmanî, mûşekên wan, dronên wan, her tiştê din ku wan hebû tê wêrankirin, û rêberên wan ji ser rûyê erdê hatine tunekirin."

Trump tekezî li ser şiyanên bêsinor ên hêzên Amerîkayê kir û got “Hêza me ya leşkerî bêhempa ye, çekên me bidawî nabe, û dema me pir heye. Temaşe bikin ka îro dê çi bi serê van bê rewîştan bê.”

Serok Trump tawanên rejîma Îranê bibîr xist û got: “Ev 47 sal in ew mirovên bêguneh dikujin, û niha ez, wekî 47emîn serokê Amerîkayê, wan (karbidestên rejîma Îranê) dikujim. Çi rûmeteke mezin e ku mirov vê yekê bike.”