Trump: Hêzên Leşkerî Yên Îranê Wêran Bûne

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara Yekşemê got ku her çendî artêşa Îranê rastî ziyanên mezin bûye jî, ew hîn jî ti hokarekê nabîne ku niha serkeftinê li dijî rejîmê ragihîne.

Serok Trump di balafira xwe ya taybet de bi rojnamevanan re axivî û got ku hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser rejîma Îranê de "wêran bûne" û di encamê de berevanîya esmanî ya Komara Îslamî wêran bûye û hêzên wê bi giranî lawaz bûne.

Dema ku ji serok hat pirsîn ka ew amade ye ku bi fermî serkeftinê li dijî rejîma Îranê ragihîne, wî got, "hokareke wê tune. Ez texmîn dikim ku ez tenê dikarim bibêjim ku ew wêran bûne."

Wî got, "Ger em niha ji wir derkevin, dê 10 sal an jî zêdetir dem pêwîst be ku ew xwe ji nû ve ava bikin. Lê şer hîn bi dawî nebûye."