Trump: Komara Îslamî ya Îranê Peyamek ji bo Danûstandinan Şandiye

Serokê Amerîkayê Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê got ku kesên rast di hikûmeta Îranê de telefon kirine û amade ne ku bigihêjin rêkeftinekê.

Trump li derveyî ofîsa xwe ya Koşka Spî ji rojnamevanan re got "Îro sibê kesên rast bi me re têkilî danîn û ew dixwazin bigihêjin rêkeftinekê."

Trump dupat kir ku ew ê ti rêkeftinekê neke ku destûrê bide Tehran ku çekên navokî hebin.

Dema ku ji Trump hat pirsîn gelo gefên wî dê berdewam bikin ger heta dawîya agirbestê rêkeftinek neyê îmzekirin, wî got ku ew naxwaze li ser vê yekê biaxive, lê got "ew ê ji wan re neborîne.”

Serok Trump dubare kir ku Amerîka nikare rê bide rejîma Îranê ku çekên navokî hebin.

"Welatên din ji me xwestine ku em li ser Tengava Hurmuzê alîkarîya me bikin, her çend em ne pir hewce ne," wî got.