Trump Pêşniyara Herî Dawî ya Îranê bo Rêkeftinê Red Dike

U.S. President Donald Trump departs the White House in Washington

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ew pêşniyara herî dawî ya Îranê ji bo rêkeftinê napejirîne û tekez dike ku rêbertîya nû ya rejîmê di nav çar baskan de hatiye dabeşkirin.

Trump îro Înê ji rojnamevanan re got: "Îran dixwaze ku em rêkeftinekê pêk bînin ji ber ku artêşa wan nemaye, lê ez pêşniyara wan re napejirînim."

"Di nav Îranê de nakokîyên gelekî mezin hene. Gelek alozîyên wan ên navxweyî hene. Serkirdayetîya wan ji hev cuda bûne. Dibe ku bûne du sê yan jî çar bask. Yek tiştekî dibêje, yê din jî tiştekî din dibêje. Ew pir tevlihev in, welatê wan bi rastî wêran bûye," Serokê Amerîkî got.

Trump egera ji nû ve destpêkirina danûstandinên rasterast ligel Îranê li Pakistanê red kir. Wî spasîya Pakistanê kir û got: "Ev rêwîtîyeke dirêj e û emê hemû karên têkildarî danûstandinan bi telefonê bikin."

Wî got ku desthilatdarên Pakistanê xebatên xwe berdewam dikin û "wan hewlên mezin kirine, lê ez ne bawer im ku ewê bi ser bikevin."