Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje bersiva rejîma Îranê ji bo pêşnîyarên ku Amerîkayê ji bo rêkeftinekê kiribûn, ne baş e û bi tevahî nayê qebûlkirin.
Serok Trump roja Yekşemê li ser platforma xwe ya Truth Social got, "Min niha bersiva wan kesên ku qaşo "nûnerên Îranê" ne xwend. Ez ji wê bersivê hez nakim û bi tevahî nayê qebûlkirin. Spas ji bo baldarîya we.”
Demekê berê îro, Serok Trump di posteke din de got ku 47 sal in Îran "bi Amerka û tevahîya cîhanê dilîze", lê tekez kir ku ew êdî nahêle Îran bi Amerîkayê bilîze.
Serok got, "47 sal in, Îran çavdêrîya me dike, gelê me bi bombeyên ser rêyan dikuje, xwepêşandanan tepeser dike û di demên dawî de 42,000 xwepêşanderên bêçek û bêguneh kuştin û bi welatê me yê ku careke din mezin dike, dikene."
"Ewê êdî bi me nekenin," wî got.
Medyaya Îranî ragihandibû ku rejîma Îranê bersiva xwe ya ji bo pêşnîyarên Amerîkî pêşkêşî rayedarên Pakistanî kiriye.
Li Pakistanê, rayedarekî got ku welatê wî bersiva Îranê wekî navbeynkar gihandiye Washingtonê.