Trump: Dibe ku Pêwîst be Amerîka Dîsa li Îranê Bixe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê got renge ku pêwîst be ku Amerîka dîsa li Îranê bixe.

Trump di çarçoveya geryanekê de li ser cihê avakirina Hola Helkeftan (ballroom) bi rojnamevanan re axivî û got ku "Ez demjimêrekê dûrî biryara lêdana îro bûm."

Wî herwiha got ku rêberên Îranê lava dikin ku rêkeftinek çêbibe, lê eger rêkeftin neyê kirin, dê di rojên pêş de êrîşeke nû ya Amerîkayê bibe.

"Belê, mebesta min, ez dibêjim du an sê roj, dibe ku Înê, Şemî, Yekşemê be. Dibe ku destpêka hefteya bê, demeke sînorkirî, ji ber ku em nikarin bihêlin ku ew çekeke navokî ya nû hebe," Trump got.

Serokê Trump roja Yekşemê careke din hişdarî dabû Îranê û gotibû ku eger rêberên Îranê zû tevnegerin dê encam ji bo wan xirab bin.