Trump Dibêje Ew bi Cidî Hizra Vekişîna ji NATO Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku “Ew ji dil hizra vekişandina Amerîka ji hevpeymanîya NATO'yê dike,” piştî ku hevalbendan piştgirî nedan kiryarên leşkerî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The Daily Telegraph a Brîtanî, Trump NATO'yê wekî “Pilingê kaxezî” binav kir.

Wî herwiha got ku mijara vekişîna Amerîka ji hevpeymanîyê êdî “qonaxa pêdaçûnê derbas kiriye.”

Raportan diyar kir ku Serok Trump gotiye “NATO qet bandor li min nekiriye. Min hertim dizanîbû ku ew pilingê kaxezî ye û (Serokê Rûsyayê Vladimir) Putin jî vê yekê dizane.”

Ji bilî Trump, Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio roja Çarşemê derbarê NATO'yê got: “Divê em ji nû ve nirxandinan li ser NATO'yê bikin, erê hîn erkê xwe pêk tîne yan jî bûye rêyeke yekalî ku tenê Amerîka alîkarîya Ewrupayê bike? Lê dema ku me pêdivî bi alîkarîya hevalbendên xwe hebe, ew mafê bikaranîna bingehan û rîya asmanî li pêş me digirin.”

Wê got, "Eger em gihîştine xalekê ku em nikarin bingehên NATO'yê ji bo parastina berjewendîyên xwe bikar bînin, wê demê ev rêyek yekalî ye.”

Serokê Amerîka gelek caran rexne li endamên NATO'yê girtiye ji ber ku di operasyonên dijî Îranê de hevkarî bi Amerîkayê re nekirine.

Çend welatên endamên NATO'yê, di nav wan de Spanya, rêgirî li Amerêka kirin ku asmanên welatên wan di operasyonên dijî rejîma Îranê de bikar bîne.