Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Çarşemê mêvandarîya Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte li Koşka Sipî kir, di demekê de ku şerê Îranê nakokîyên nû di hevpeymanîya Rojavayî de çêkirine.
Serok Trump roja Pêncşemê li ser platforma Truth Social rexne li NATO'yê girt û got ku "kesek, di nav de havalên me yên pir bêhêvî yên NATO'yê, tiştek nekir heta ku fişar li wan hate kirin.”
Piştî kombûna ligel Rutte, Serok Trump nerazîbûna xwe hember helwestên NATO'yê careke din nîşan da.
Serokê Amerîkî di posteke din de got ku di demên dawî de welatên NATO'yê alîkarîya Amerîkayê nekirine.
"Dema ku me pêdivî bi wan hebû, NATO li ne li wir bû, û eger me dîsa pêdivî bi wan hebe, li wir nabin, bila Greenland bi bîr bînin, ew parçeya merzin a berfê ya bi xirabî tê birêvebirin,” Trump got.
Serok Trump behsa bersiv û piştgirîya NATO'yê bo Denmarkê dikir dema ku Amerîka banga kontrolkirina girava Greeland kiribû. Greenland li jêr kontrola Denmarkê ye.
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt di daxuyanîyekê de got “Serok Trump bawer dike ku NATO di şerê Îranê de hat taqîkirin û biserneket.”
Her çiqasî Koşka Sipê ti zanyarî derbarê kombona Trump û Rutte eşkere nekirin, lê helwesta Serok Trump hember NATO'yê di postên wî de xuya dike.