Bi Boneya 250 Salîya Amerîka Qehremanîya Zoranbazîyê li Koşk Sipî Pêk tê

Preparations ahead of the UFC Freedom 250 fights, at the White House

Roja Yekşemê, 14'ê Hezîranê, zoranbazên Amerîkî li qada nû ya Koşka Spî tevlî Qehremanîya Zoranbazîyê dibin.

Ev çalakî dê beşek be ji pîrozbahîyên 250 salîya damezrandina Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku bi 80 salîya rojbûna Serok Donald Trump re hevdem e.

Meydana Hunerên Şer ya Koşka Spî li ser gîyayê beşê başûr ê Koşka Spî ye, ku çend gavan ji Ofîsa Oval, ku serok lê rûdine, dûr e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio peymanek bi Serokê Rêxistina Qehremanîya Şer (UFC) Dana White re îmze kiriye da ku pêşbirkê li dar bixe.

"Ev beşek ji 250 saliya damezrandina Amerîkayê ye, û ew diyariyek e ji bo gelê me ku Koşka Spî li kêleka van lîstikan bibînin," wî roja Înê got.

Heft maçên zoranbazîyê dê di qehremanîya hunerên şerî ya Koşka Spî de werin lidarxistin. Qad bi awayekî demkî hatiye çêkirin û dikare nêzîkî 4,000 kesan bicîh bike.