Nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner Gihîştin Kîevê

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li Kîevê pêşwazîya Şandiyên Taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner dike. 6ê Îlona 2026'an.

Nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner îro Yekşemê gihîştin Kîeva paytexta Ukraînayê ji bo danûstandinên li gel berpirsên wî welatê re li dor şerê wan û Rûsyayê.

Nûşnerên Amerîkî ku ji alîyê serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ve hatin pêşwazîkirin, doh Şemîyê jî li Rûsyayê bûn ji bo heman armancê.

Ew dixwazin navbeynkarîyê bikin ji bo rawestana şerê ku ji Şubata sala 2022’an ve hîn berdewam e.

Serokê Amerîka roja Înê gotibû ku Amerîka pêşniyareke nû ji bo bidawîanîna wî şerî heye, bêyî ku hûrgilîyan bide.

Serokê Rûsya Vladimir Putin doh Şemîyê fermana ragirtina şer bo sê roja ragihand, ji bo vekirina rê li pêş serdana nûnerên Amerîkî bo Kîevê.