Balyozê Amerîka li Vatîkanê: 'Cudahîyeke Kûr' di Navbera Rêveberîya Trump û Papa Leo de Nîne

Dîmeneke Qada Saint Peter ya Vatîkanê li Romayê.

Balyozê Amerîkayê li Vatîkanê îro Sêşemê got ku "cudahîyeke kûr" di navbera rêveberîya Trump û Papa Leo de nîne.

Axaftinên Balyoz Brian Burch hatin tenê çend rojan berî serdaneke Wezîrê Derve Marco Rubio bo Vatîkan û Îtalyayê.

Burch got ku danûstandinên Rubio ligel Papayê Vatîkanê dê rê bidin herdu alîyan ku "baştir hevdu têbigihêjin" û behsa cudahîyên xwe bikin.

"Cudahî di navbera welatan de çêdibin, û ez bawer dikim yek ji rêkên ku mirov karibî wan çareser bikî ... bi rîya biratî û diyaloga rasteqîn e," Balyozê Amerîkî got.

Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku Rubio dê "rewşa li Rojhilata navîn û berjewendîyên hevbeş li Parzemîna Rojavayî" di hevdîtina ligel Papa Leo de gotûbêj bike.

Ji dema destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê ve li dijî rejîma Îranê, Papayê Vatîkanê çend caran banga aştî û diyalogê kiriye. Ev yek bûye cihê rexneyên Serokê Amerîkî Donald Trump.

"Gelek kesên bêsûc tên kuştin. Ez bawer dikim divê kes rabe û bêje: 'Rîyeke baştir heye,'" Papa Leo li 13'ê Nîsanê got.

Berî wê bi rojekê, Trump li ser platforma Truth Social gotibû ku Papa Leo "li ser mijara tawanê lawaz e û ji bo siyaseta derve jî xirab e."

Wezîrê Derve Rubio di dema serdana xwe ya du-rojî de dê ligel rêberên Îtalyayê jî kom bibe.