Nûnerê Amerîkayê li paytexta Venezuelayê Karakasê John Barrett ragihand ku alîkarîya Amerîkayê ji bo Venezuelayê ya piştî erdhejên meha borî gihîştîye bêtirî 310 milyon dolarî.
Barrett îro Sêşemê ji rojnamevanan re herwiha got ku Venezuelayê ji bo gihandina alîkarîyên mirovî her tiştê ku jê hatîye xwestin bi tevahî bi cih anîye.
Barrett pesna karê hikûmeta Seroka Demkî Delcy Rodriguez da ku piştî vê bûyera xirab kirîye.