Geştên Esmanî di Navbera Amerîka û Venezuelayê de Piştî 7 Salan Dîsa Destpê Dikin

Kompanîya American Airlines îro Pêncşemê yekem geşta esmanî ya bazirganî di navbera Amerîka û Venezuelayê de piştî heft salan pêk anî.

Geşta rasterast di navbera Miami û Karakasê de tê piştî operasyona leşkerî ya Amerîkayê di meha Çile de ji bo desteserkirina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û piştî fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump bo rakirina sizayên li ser geştên Venezuelayê.

Maduro û hevjîna xwe Cilia Flores niha li girtîgeheke New Yorkê li benda dadgehkirinê ne.

Amerîkayê di sala 2019'an de geştên esmanî ber bi Venezuelayê rawestandibûn. Sedemên vê biryarê krîza aborî, alozîyên li wî welatî û pirsgirêkên ewlekarîyê li firokxaneyan bûn.

Di van heft salan de, geştyar neçar dibûn ku bi rêya welatên din, wekî Panama an jî Komara Domînîk, biçin Venezuelayê.

American Airlines dibêje ew plan dike geştên rojane di navbera Amerîka û Venezuelayê de pêk bîne.

Ev gav wekî nîşaneke girîng a asayîbûna peywendîyên dîplomatîk di navbera Amerîka û Venezuelayê de tê dîtin.