Dadwerekî Amerîkî Betalkirina Dozên Dijî Serokê Berê yê Venezuela Red Dike

Dadwerekî Amerîkî roja Pêncşemê got ku ewê dozên li dijî Serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro ji ber nakokîya li ser dayîna pereyan ji bo parastina wî ya qanûnî betal neke.

Parêzerê Maduro di rûniştinekê de li New Yorkê got ku divê destûr bê dayîn ku hikûmeta Venezuelayê xercên qanûnî yên Maduro bide, û got ku eger ev rê were astengkirin, divê doz were betalkirin.

Argûmena dozgeran ew e ku cezayên Amerîkî rê li ber Maduro digirin ku pereyên Venezuelayê bikar bîne, û ku ew û jina wî, Cilia Flores, dikarin fatûreyên xwe yên qanûnî ji pereyên xwe bidin.

Dadwer roja Pêncşemê got ku ewê di demeke din de li ser mijara xercên qanûnî biryarê bide.

Hêzên Amerîkî Maduro û Flores di serdegirtina Çile de li Caracas girtin. Wan xwe ji sûcên narkoterorîzm, komployê û yên din ne sûcdar dîtine.

Serokê Amerîkî Donald Trump roja Pêncşemê pêşniyar kir ku Maduro dikare bi dozên din re rû bi rû bimîne.

Trump di civîna kabîneya hikûmetê de li Koşka Spî axivî û Maduro wekî "kesekî pir metirsîdar" û "dabînkerekî sereke yê narkotîkên ku tên welatê me" binav kir.

Serok Trump got ku dozgerên Amerîkî "tenê li ser beşekî ji tiştên ku wî kirine" doz vekirine.

Trump got: "Dozên din jî dê werin vekirin."