Hêzên Amerîkayî dest danîn ser keştîyeke din ya neftê ya Venezuelayê ku li jêr sizayên Amerîkayê bû. Bi vê yekê, hejmara keştîyên sizakirî yên girtî digihêje heftan.
Fremandarîya Başûr ya hêzên Amerîkayî îro Çarşemê ragihand ku keştîya petrolê ya bi navê Motor Vessel Sagitta li deryaya Karîbîyanî hate girtin.
Fremandarîya Başûr ya Amerîka herwiha got, wê keştîyê kar “dijî biryara qedexeya Serok Trump dikir.”
"Ev girtin nîşana rijdîya me ye ku bi tenê nefta ku ji Venezuelayê derdikve ew nefta li gor qanûnê û hemahengî derdikeve."
Serokê Amerîka Donlad Trump îro Çarşemê di Korbenda Aborî ya Cîhanê de li Davos got, Amerîka 50 Milyon bermîlên petrola Venezuala birine” û “ew (Venzeuala) dê bêtir diravan di 6 mehên tên de bidest bixe ku pirtir e ji ew ya ku di 20 salan de bidest xistîye.”
Ji meha 12 sala 2025an ve, Amerîka dest danîye ser heft keştîyên neftê yên Venezuelayê ku li jêr sizayên Amerîkayî bûn.