Trump li Koşka Sipî Mêvandarîya Balyozên Îsraîlê û Libnanê Dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê mêvandarîya balyozên Îsraîl û Libnanê li Koşka Sipî kir, di demekê de ku herdu welat danûstandinên aştîyê dikin.

Piştî ku civîna li Koşka Sipî bidawî bû Serok Trump ragihand ku agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê bo sê hefteyên din hate dirêjkirin.

Trump got ku civîn pir baş derbas bû û soz da ku Amerîka alîkarîya Libnanê bike ku xwe ji rêxistina terorîst Hizbullahê biparêze. Dema rojnamevanekê jê pirsî dê çi cureyê alîkarîyê were pêşkêşkirin, Trump got ku çi alîkarîya ku Libnanê ji Hizbullahê biparêze.

Ji bilî balyozên Îsraîl û Libnanê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio, Balyozê Amerîka li Îsraîlê Mike Huckabee û Balyozê Amerîka li Libnanê Michel Issa di kombûnê de amade bûn.

Hefteya borî nûnerên Libnanê û Îsraîlê li Wezareta Derve ya Amerîkayê kom bûn û di encamê de agirbesteke 10 rojî hate ragihandin. Ew agirbest dê roja Yekşemê bidawî bibûya.

Karbidestên Amerîkî dibêjin dirêjkirina agirbesta bo sê hefteyan dê rê bide diplomatên Îsraîl û Libnanê ku gotûbêjên xwe berfirehtir bikin, bi hêvîya ku bigihêjin rêkeftineke aştîyê.

Trump got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Libnanê Joseph Aoun dê di nav çend hefteyan de serdana Koşka Sipî bikin. Serokê Amerîkî got ku Hizbullah metirsîyeke hevbeş e bo herdu welatan.

Cîgirê Serok Vance jî got ku danûstandinên Îsraîl û Libnanê dîrokî ne.

"Bi saya diplomasîya Amerîkayê bi serkêşîya Serok Trump, me karîbû nûnerên van herdu welatan bînin li Koşka Sipî bînin ba hev," Vance got.

Du rojan piştî destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê li 28'ê Sibatê, Hizbullaha ku Tehranê piştgirîya wê dike dest bi êrîşên roketan dijî Îsraîlê kir. Wekî bersiv Îsraîlê operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê destpê kir û êrîşên esmanî li seranserê Libnanê pêk anîn.

Amerîka ji sala 1997'an ve Hizbullah wekî rêxistineke terorîst dibîne.