Wezîrê Enerjîyê yê Amerîka: Fişarên li Îranê Dikarin Siyasetên wê Biguherin

FILE PHOTO: U.S. Secretary of Energy Chris Wright is seen in Washington

Wezîrê Enerjîyê yê Amerîkayê Chris Wright dibêje ku astengkirina hinardekirina petrola Îranê beşek e ji erka Hêza Deryayî ya Amerîka li herêmê, û dibêje ku fişara aborî li ser hikûmeta Îranê dikare bibe sedema guherîna hikûmet an siyaseta wê.

Wright roja Yekşemê ji bernameya "This Week" a ABC re got:"Erka Hêza Deryayî ya Amerîkayê ne tenê şopandin û çavdêrîya keştîyan e, lê di heman demê de pêşîgirtina li hinardekirina petrol û kelûpelên din e ji Îranê ."

Wright bi destnîşankirina ku ev gav "pir girîng e" ji bo zêdekirina fişara aborî li ser hikûmeta Îranê, got ku fişarek wisa "dê an hikûmetê an jî siyasetên hikûmetê biguherîne."

Wezîrê Enerjîyê got ku ew ne piştrast e ka gelo peymaneke navokî bi Îranê re dikare were çêkirin an na.

Wright her wiha rêkeftinek bi hikûmeta siberojê ya Îranê re dûr nexist, û got ku Amerîka dê bi hevalbendên xwe re berdewam be ku rê li ber Tehran bigire ku çekên navokî bi dest bixe.

Wezîrê Amerîkî got ku qebareya petrola ku di Tengava Hormuz re derbas dibe niha hinekî ji 9 mîlyon bermîl di rojê de zêdetir e. Li gorî wî, bi petrola ku bi rêya borîyên alternatîf ên li Erebistana Siûdî û Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî tê veguhastin, herikîna giştî ya petrolê li herêmê dê bigihîje nêzîkî 13 heta 14 mîlyon bermîlan di rojê de.