Serokê Amerîkayê Donald Trump Îro Çarşemê di peyameke taybet a ser Truth Social de ku ji Frensayê dema ku li Hilcivîna G7 amadebû derbarê bandora rêkeftina bi Îranê û giringîya beşdarbûna di Hilcivînê de weşand.
Trump got "Ez ê di 45 xulekan de ji Frensayê civîneke çapemeniyê li dar bixim. Piştre ez ê biçim Vêrsaya (Versailles)'ê ji bo bi rêberên Frensî û Ewrupî re nanê çîvê bixûm, û paşî îşev vegerim malê!"
Serok Trump got ku Aborîya Amerîkayê di hemû waran de hejmarên pir baş tomar dike, hejmara kesên ku îro kardikin di astên bêhempa de ye; û li Amerîkayê weberhênanên ku ji 19.1 trîlyon dolarî derbas dibin hene, ku kargeh û sektorên din jî di nav xwe de digirin.
Herweha derbarê bandora Rekeftina bi Îranê re Setrok Trump diyar kir ku ya herî girîng ew e ku bi saya rekeftinê endeksên borsayê bi awayekî berbiçav bilind bûne, di heman demê de bihayên petrolê pir daketine.
Serokê Amerîkayê berîya bi serokê Frensayê Emmanueal Macron û rêberên din ên Ewrupî re biçe Koşka Vêrsay (Versailles)ê ji bo şîvê ew ê konferanseke rojnamevanî saz bike û îro bi şev vegere Washingtone.