Serokê Amerîkayê Donald Trump îro roja Pêncşemê got ku du erdhejên ku Çarşemê li Venezuelayê ketine bûne sedema "hejmareke pir zêde ya mirinan".
Trump di posteke li ser Truth Social de nivîsand: "Amerîka amade ye, dixwazin û dikarin alîkariyê bikin." Serok Trump ferman daye hemû saziyên hikûmeta xwe ku amade bin ku zû tevbigerin."
Ji alîyê xwe ve Wezîrê Derve Marco Rubio ragihand ku Amerîkayê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, çavkaniyên tendirûstî û alîkariya mirovî şandine Venezuelayê.
Rubio roja pêncşemê di postekê de li ser platforma Xê got ku "di vê dema dijwar de li kêleka gelê Venezuelayê radiweste."
Li gor ajansa Reuters, Delcy Rodríguez, seroka Karbirêkar a Venezuelayê, îro diyar kir ku heta niha ji ber felaketê herî kêm 164 kes mirine û nêzîkî 1000 kes jî birîndar bûne.