Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Pêncşemê ragihand ku danûstandin rasterast ên di navbera Libnan û Îsraîlê de da, ku niha li Washingtonê bi navbeynkariya Amerîkayê pêk tên îro jî berdewam kirin.
Rubio di serdana xwe ya welatên Kendavê de, li Behreynê ji rojnamevanan re got, "Tiştê ku em ji bo Libnanê dixwazin paşerojeke aştiyane ye." Wî diyar kir ku her du alî "gelek nêzîkî" gihîştina pabendbûnek erênî ya niyetbaşiyê bûne.
Wî zêde kir û got, "Ez bawer dikem ku em ê pabendbûnek pir erênî ya niyetbaşiyê bistînin... Çi îro be çi jî di rojên pêş de, em bi giranî li ser vê yekê dixebitin.
Îsraîl û Libnan Vekişîna ji Herêma Ewlehiyê ya li Başûrê Libnanê Red Dikin
Ji alîyek din de Karbidestên payebilind ên Îsraîlî û Libnanî roja Pêncşemê vekişîna ne temamî ya hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê red kirin.
Îsraîl û Libnan li ser pêşniyarek ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin danûstandinan dikin ku li gorî wê hêzên Îsraîlê dê beşek ji axa Libnanê ya di dema şerê bi Hizbullahê re kontrolkirî radestî Artêşa Libnanê bike.
Karbidestekî payebilind ê berevaniya Îsraîlê ji Reuters re got ku siyaseta Îsraîlê zelal e, û artêş dê ji herêma bi navê "Devera ewlehiyê" a li başûrê Libnanê venekişe.
Di heman dem de Ajansa Reuters ji Çavkaniyên tendirûstî û ewlehiyê re ragihandin ku tevî agirbestê, îro Pêncşemê, êrîşeke hêzên Îsraîlê otombîlek li başûrê Libnanê aramnc girt û du kes di êrîşê de hatin kuştin.
Hêzên Berevaniya Îsraîlê bi domdarî dibêje ku çendî gefa êrîşên çekdarên Hizbollahê ji Libnanê bo ser ax û gelê Îsrîalê hebe ewê ji başûrê Libnanê û herêma ewlehiyê dernekevin.