Dadgeha Bilind Destûrê Dide Rêvebirîya Serok Trump ku Koçberên Sûrî û Haîtî Dersînor Bike

Avahiyê Dadgeha Bilind a Amerîkî li Washington

Dadgeha Bilind a Amerîkayê roja Pêncşemê rê li ber rêveberîya Serok Donald Trump vekir ku bi sed hezaran koçberên ji Sûriye û Haîtiyê ji statuya wan a mirovî ya parastî bêpar bike. Ev statu koçberan van herdu welatan ji dersînorkirina ji Amerîkayê diparêze.

Biryara îro, ku ji hêla şeş ji neh dadwerên dadgehê ve hate piştgirî kirin, biryarên dadgehên jêrîn ên dadwerên federal li New York û Washington bêkarîger dike.

Biryara wan herdu bajaran hewldanên rêveberîyê ji bo bidawîkirina Statuya Parastina Demkî (TPS) ji bo zêdetirî 350,000 Haîtî û 6,100 Sûrî asteng kiribûn. Sê dadwerên dadgehê nerazîbûn nîşan da.

Hêjayî gotinê ye Amerîkayê ev statu cara yekem piştî erdheja wêranker a ku di sala 2010'an de li welêt qewimî, da Haîtîyan û piştî destpêkirina şerê li Sûrîyê di sala 2012'an de jî da Sûrîyan.