Partîyên Kurdî Hatina Leşkerên Amerîkî ya Rojava Dinirxînin

Leşkerên Amerîkî li Kobanê

Ragihandina hatina hejmareke leşkerên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê bû cîhê razîbûna kolanan Kurdî.

Partîya Pêşverû ya Kurd li ser zimanê endamê komîta navendî Faris Osman dibêje, hatina leşkerên Amerîkî ji YPG re piştgirîyeke mezin e.

Hesen Salih, cîgerê serokê partîya Yekîtî ku niha seroktîya Encûmana Niştîmanî Kurd li Sûrîyê (ENKS) dike, ev gav bi erênî dinirxîne, lê ji Amerîka dixwaze ku bo pêşmergeyên ENKS jî destek bide.

Rojnamevan Hisên Zêdo jî hatina leşkerê Amerîkî bi serkeftina ezmûna piştgirîya esmanî ya koalisyona navnetewî girê dide û dibêje ku di demên pêşde gavên mezintir.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_12_21_15