Amerîka Careke Din Dest bi Dayîna Xizmetên Vîza li Tirkîyê Dike

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê îro Pêncşemê ragihand ku astengên bo vîza yên dijî hemwelatîyên Tirkîyê dê were rakirin.

Amerîka ser girtina Metîn Topuz, ku karmendê Balyozxaneya Stenbolê ya Amerîka bû, di meha Cotmehê de karên vîza li mîsyonên dîplomatîk yên li Tirkîyê rawestandibû.

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê dîyar kir ku ji meha Cotmehê vir ve dijî karmendên herêmî yên li mîsyonên Amerîka yên li Tirkîyê dixebitin, ti lêpirsîn çênebûye û Tirkîye li gor misogerîya nedesteserkirin û negirtinê bi cîh anîye.

‘’Wezareta Derve ya Amerîka, ser bizavên girêdayî hin temînatan, bawer dike ku rewşa ewlekarîyê li Tirkîyê baş bûye û têra jinûve destpêkirina xizmetên vîza dike’’ balyozxaneyê di daxuyanîya xwe de got.

Balyozxanê di daxuyanîya xwe de bi berdewamî da zanîn ku fikarên wan bo hemwelatîyên Amerîka yên di Rewşa Awarte (OHAL) de hatine girtin, didome û danûstandin didomin ku berpirsên Tirk bi awayekî dadmendî wan dozan çareser bikin.