Barrack û Şeybanî li Stenbolê li Ser Metirsiyên Herêmî û Aramiyê Axivîn

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraq û Sûriyê balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Tom Barrack li gel Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şeybanî, roja Pêncşemê li Stenbolê civiya.

Herduyan li ser têkiliyên navbera Amerîka û Sûriyê û geşedanên dawî yên li herêmê axivîn.

Tom Barrack li ser platforma Xê got ku Sûriye " parçeyek girîng a hevkêşeya Rojhilata Navîn e" û dikare di kêmkirina aloziyan li herêmê de rolek girîng bilîze.

Wî got ku bi Şeybanî re li ser pêşîniyên hevpar ji bo rûbirûbûna bi metirsiyên herêmî re axivîne. Barrack da zanîn ku dîrok kêm caran derfetê dide herêmekê ku bi destê xwe parçeyên xwe ji nû ve rêk bixe û niha ev derfet ji herêmê re peyda bûye.

Wezareta Derve ya Sûriyê jî ragihand ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî, pêşhatên dawî yên li herêmê, derfetên hevkarî û hemahengiyê di çend mijarên hevpar de û hewlên ji bo piştgirîkirina ewlehî û aramiyê hatin gotûbêhkirin.