Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro Duşemê Operasyona “Economic Outcast” ragihand bi armanca îzolekirina Îranê û tundkirina cezayên aborî li ser wê, û da zanîn ku cezayên nû 60 sazîyên ku bi Îranê ve girêdayî ne vedihewîne.
Bessent diyar kir ku, armanca vê operasyonê ew e ku çavkanîyên dahatê yên rejîma Îranê were qutkirin, û cezayên nû yên îro hatine ragihandin, pênc ji girîngtirîn çavkanîyên aborî yên ku Îran sûd ji welatên din werdigire, digirin nava xwe, ew jî sektorên dîjîtal, teknolojî, zêr, veguhastina esmanî û sektora veguhastina baran.
Bessent welatên din hişyar kir ku dê cezayên nû bên sepandin li ser wan welatên ku ji îro pêde bi Îranê re têkilîyên aborî bidomînin.
Wî got divê helwesta welatan zelal be, “Êdî nayê qebûlkirin ku di deverên gewri yên vê pevçûnê de kar bê kirin.
Wezîrê Amerîkî dîsan got ew kesên ku piştgirîyê didin spîkirina diravî (pereyan) yên Îranê dê werin cezadan, û berdewm kir, “Bila ez zelal bikim, her sazîyek ku ji bo Îranê alîkarîya şûştina pereyan bike, dê ji sîstema darayî ya dolarê Amerîkî were derxistin.”
Bessent her wiha got: “Hûn ê heta dawîya vê hefteyê bibînin ku ji ber Îranê, wê li ser sazîyeke mezin a darayî cezayên nû werin sepandin.”
Bessent got ku serok Trump bi rêya telefonî daxwaz ji rêberên cîhanê kir têkilîyên xwe yên bi rejîma Îranê re bibirin û tekez kir ku Amerîka bi vê operasyonê dawî li gefên Îranê tîne.