Marco Rubio: Mafê Welatîbûnê li Amerîkayê Ne ji bo Firotinê ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Çarşemê ragihand ku zêdetirî 600 vîzeyên kesên biyanî hatine betalkirin, yên ku tê gumankirin ji ber 'tûrîzma zarokbûnê' hewil didan Seredana Amerîkayê bikin. Ev gav di çarçoveya kempeynek nû de tê avêtin ku armanca wê rûbirûbûna xerab bikaranîna vîzeyên Amerîkî ye, bi taybet yên ku bi armanca zarokbûnê seredana Amerîkayê dikin.

Wezaretê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe got ku tîmeke taybet a kar bi navê Tîma Peywirê ya Pêşîlêgirtina Tûrîzma Zarokbûnê "Birth Tourism Prevention Task Force" ku ew tîm bi Wezareta Ewlekariya Navxweyî re dixebite, ji bo têkoşîna li dijî 'tûrîzma zarokbûnê' û parastina sîstema koçberiyê ya Amerîkayê.

Ji alîyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser Xê got ku "Mafê welatîbûna Amerîkayê ne bo firotinê ye," û diyar kir ku 'Tûrîzma zarokbûnê' bûye çalakiyeke bazirganî ku ji aliyê tor û navbeynkaran ve tê birêvebirin, ew sûdê ji yasayên Amerîkayê werdigrin û rê xoş dikin ji bo biyaniyan, cîhê mayînê û nexweşxaneyan peyda dikin, û karûbarên zarokbûne li Amerîkayê organîze dikin.

Rubio tekez kir ku Wezareta Derve dê hemû amûrên berdest bikar bîne da ku torên tûrîzma zarokbûnê hilweşîne û parastina destpakiya di mafê welatîbûna Amerîkayê de bike.

Hêjayî gotinê ye ku roja Pêncşemê 6 Tebaxê 2026 Serokê Amerîkayê Donald Trump du fermanên cîbicîkar ji bo dayîna mafê welatîbûna Amerîkayê ji bo wan zarokên ku li Amerîkayê ji dayîk dibin îmze kirin û têda rê li ber dayîna nasnameyê ji bo zarokên wan kesan digire ku ji bo geştyarîyê tên Amerîkayê, lê armanca wan a sereke ew e ku zarokên wan li wir ji dayik bibin da ku nasnameya Amerîkayê bi dest bixin.