Trump Dixwaze Navê "Gola Ontario" ya Sînorî ligel Kanadayê Bike "Gola Amerîkayê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Sêşemê pêşniyar kir ku navê "Gola Ontario" ku yek ji golên ku di navbera Amerîka û Kanada de ye biguhere û bike "Gola Amerîkayê" (Lake America).

Ev yek hat piştî çend roj ji sepandina bacên gumrikê yên nû li ser kelûpelên Kanadî û gefa wî xwarî ku zêdetir bike di meha yek a sala 2027'an de.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand ku "Amerîka bi cidî li ser guhertina navê Gola Ontario bo Gola Amerîkayê hizir dike, ji ber ku em li hêvîyê nînin ku di siberojê de bazirganîyeke mezin bi Ontario re bikin."

Danûstandinên bazirganî yên di navbera herdu welatên cîran de roja Înê ya borî bêyî ku bigihêjin tu lihevkirinekê bi dawî bûn.

Amerîkayê dest bi sepandina bacên %50 li ser 20 milyar dolar kelûpelên Kanadî kir. Duşemê jî Trump soz da ku ji meha Çileyê ve bacên %50 li ser otomobîlên Kanadî, perçeyên wan û stîlî bide destpêkirin.

Kanada ragihand ku ewê hefteya pêş de bi koma bacên xwe yên li ser kelûpelên Amerîkî bersiv bidin.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney roja Duşemê got ku hikûmeta wî nikare qebûl bike ku di danûstandinan de Kanada wekî beşek ji Amerîkayê were dîtin.

Carney got, "Li vir rêkeftineke sûdmend ji bo herdu aliyan mimkun e, lê divê ew rêkeftin be ku rêzê li xweseriya Kanadayê bigire, rêzê li serxwebûna me bigire, û hêzên me yên hevseng temamker bikar bîne da ku tiştekî baştir ava bike, ne ku ji bo qezencekî demkî wê xera bike. "