Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku, piştî derbasbûna salekê ji damezrandina Hêza Hevbeş a Erka Bicîhkirina Bilez (REJTF), tîma wê, niha li ser pêşxistina yekemîn yekîneya pirneteweyî ya dronên êrîşkar a cîhanê dixebite.
Di daxuyaniya xwe de, Fermandarê CENTCOM, Admiral Brad Cooper, got ku ev hêz ji bo dabînkirina teknolojiyên pêşketî ji bo leşkerên Amerîkayê hatiye damezrandin.
Li gorî daxuyaniyê, hêzê yekemîn yekîneya dronên êrîşkar a yekalî ya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn ava kiriye. Herwiha, yekemîn drona êrîşkar a ji ser keştiyek şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê hate firandin.
Daxuyaniyê da zanîn ku, di meha Hezîranê de, keştiyek ya bêmirov alîkariya rizgarkirina ekîba helîkopterekî kir ku li nav avên herêmî ketibû.
Di meha Tîrmehê de jî, CENTCOM yekem car keştiyeke bêmirov a ji bo êrîşa yekalî di operasyoneke şerî de bi kar anî.
Admiral Cooper diyar kir ku tîma (REJTF) niha li ser pêşxistina yekemîn yekîneya pirneteweyî ya dronên êrîşkar a cîhanê dixebite. Ew herwiha pesnê tîmên xwe da û daxwaz kir ku xebata wan a li ser teknolojiyên nû berdewam be.