CENTCOM: Li Behreynê Civîna Ewlehiyê bi Beşdariya Fermandarên Leşkerî yên 12 Welatan Pêkhat

CENTCOM

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê li Behreynê civîneke ewlehiyê ya herêmî bi beşdariya fermandarên leşkerî yên ji 12 welatan li dar xist.

CENTCOMê roja Çarşemê ragihand ku civîn ji aliyê Hêzên Berevanîyê yên Behreynê ve hatiye lidarxistin û fermandarê CENTCOMê Brad Cooper û berpirsên leşkerî yên ji Behrêyn, Misir, Urdun, Kuweyt, Libnan, Oman, Qeter, Erebistana Siûdî, Sûriye, Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Yemenê beşdar bûne.

Li gorî daxuyaniyeke CENTCOM'ê, beşdaran rewşa ewlehiyê ya li herêmê û rêbazên xurtkirina hevkariya parastinê gotûbêj kirin, û pabendbûna xwe ya hevpar ji bo parastina tevgera bazirganî ya azad bi rêya Tengava Hormuzê tekez kirine.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê, Brad Cooper got ku Amerika dê bi hevkarên xwe yên herêmî re hevkariyê ji nêz ve bike û ev danûstandin pabendbûna hevpar a aliyan ji bo ewlehî û aramiya herêmî nîşan didin.