CENTCOMê Yekemîn Hêza Pirneteweyî ji bo Dronên Êrîşkar Damezrand

CENTCOM Launches First-Ever Multinational Attack Drone Task Force

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê îro Pênçşemê ragihand ku ew dixebite li ser avakirina yekemîn hêza kar a pirneteweyî di çend waran de, ji bo encamdana operasyonan bi bikaranîna dronên êrîşkar.

Li gor daxuyaniya CENTCOM'ê li ser platforma X'ê, ev yekîneya nû, ku navê wê Hêza Bersivdana Lezgîn a "Falcon Strike” e, dê dronên êrîşkar ên yek arasteyî bikar bîne. Di nav wan de sîstemên dronî yên li esmên, ser av û jêr avê dixebitin jî hene. Ev sîstem dê ji aliyê tîmên piştgiriya leşkerî yên Amerîkayê û hevkarên wê yên herêmî ve bêne rêvebirin.

Damezrandina Hêza Bersivdana Lezgîn a "Falcon Strike” neh meh piştî avakirina wê hêzê ji aliyê CENTCOM ve tê.

Scorpion Strike khêzeke destpêkê ya yekêneya leşkerê Amerîkayê ji bo dronên êrîşkar li Rojhilata Navîn bû.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê Admîral Brad Cooper got ku "Artêşa Amerîkayê li herêmê gelek hevkariyên bihêz û dostaniyên xurt hene." "Yekgirtina şîyanên me yên nû û bi hev re bikaranîna wan, dê alîkariya me bike ku em bi lez ji şîyanên nû yên ku li pêşiya me ne, sûdê werbigirin," Brad Cooper got.