DNI: Jiber Nûkirina Sîsteman dê Qutbûnên Teknolojî Berdewam bibin

Rêveberê Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê Jay Clayton îro Yekşemê ragihand ku divê welatiyên Amerîkî derbarê qutbûn û têkçûnên zêdetir di xizmetguzariyên teknolojîk de agihdar bin, ji ber ku kompanya û saziyên hikûmî sîstemên xwe yên kevin nû dikin.

Clayton ji kanala "CNN" re got: "Di çarçoveya vê pêvajoya berdewam a nûkirinê de, em ê rastî têkçûn, valahî û qutbûnên xizmetguzariyê bihên. Ev yek neçarî ye."

Ev daxuyaniyên Clayton di bernameyên nûçeyan ên sibeha roja yekşmê 22ê Mijdarê de hatin, piştî çend rojan ji wê yekê ku Serok Donald Trump zincîreya têkçûnên teknîkî yên vê dawiyê bi pêvajoyên nûkirina sîstemên kompanyayan ve girê dabû. Clayton tekez kir ku nûjenkirin ji bo baştirkirina kar û ewlehiya elektronîk pêwîst e, ji ber ku pêşketina teknolojiyê zextê li ser sîstemên kevin çêdike.

Li gor ajansa Reutersê li vê mehê zincîreyek têkçûnên teknîkî bûn sedema rawestandina sîstemên girîng ên Amerîkayê, di nav de rawestandina geştên esmanî li seranserê welêt, qutbûna xizmetguzariya Microsoftê ya ku bandor li e-mailan kir, kêşeyeke teknîkî li çend bankên mezin û qutbûneke demkî di tora Ajansa Ewlehiya Niştimanî (NSA) de pêkhatbûn.

Herwiha Clayton ji kanala "ABC" re diyar kir ku ew têkçûn ne encama karên rêkxistî yan jî bi piştgiriya dewletekê bûn, û sedema wan bi pêvajoyên nûkirina teknîkî ve girê da.

Clayton, di du hevpeyvînên xwe de ligel kanalên "Fox News" û "ABC", berevanî ji siyasetên rêveberiya Trump ên derbarê ewlehiya niştimanî de kir û hişyarî da li ser hewldanên Çînê yên ji bo gihîştina bi teknolojiya pêşketî ya Amerîkayê.

Clayton herwiha tekezî li ser pêwîstiya parastina pêşengiya Amerîkayê di warê teknolojiya pêşketî de kir, bi taybetî di warê jîrîya çêkirî yê bilind û teknolojiya nîvragihîneran (semîkonduktor) de.

Derbarê nîgeraniyên li ser gihîştina Çînê bi çîpên elektronîk û serveran tevî sînordarkirina hinardekirinê, Clayton got ku divê Washington rê nede dijberên wê bigihîjin baştirîn teknolojiyên Amerîkayê, lê di heman demê de divê binesaziya teknolojiya Amerîkî li cîhanê belav bike.

Clayton ji kanala "ABC" re got: "Em dixwazin pêşengiya xwe ya temam di teknolojiya gelekî pêşketî de biparêzin. Ev jî tê wê wateyê ku em rê nedin dijberên xwe bigihîjin wê."

Di bersiva pirsekê de li ser çîpên kompanya "Nvidia" û tawanên veguhestina neyasayî ya çîpan, Clayton got ku lêpirsîn hîn berdewam in, û amaje bi wê yekê kir ku berê çend dozên tawanan derbarê hewldanên hinardekirina çîpên pêşketî de hatine tomarkirin.

Rêveberê Îstîxbarata Niştimanî ya Amerîkayê got: "Çîpên kompanya Nvidia mîna gewheran in. Ew çîpên herî baş in ku her kes dixwaze. Xelk gelek tiştan dikin jibo ku bi dest bixin û heta qanûnan jî binpê dikin."