Dengderên Amerîkî Îro dê Biryara Kontrola Kongresê Bidin

Dengdêrên Amerîkayê îro di hilbijartinên nîvdema serokatîya Donald Trump de deng didin da ku kontrola Kongresî ji bo du salên mayî diyar bikin.

Hemû 435 kursîyên Civata Nûneran û 35 kursî ji 100 kursîyên Civata Senatoyê tên hilbijartin. Komarî, ku niha di herdu Civatan de piranîya biçûk heye, hewl dide wê biparêze, lê Demokrat dixwazin kursîyên zêde bistînin û hevsengîya hêzê biguherînin.

Berîya roja hilbijartinê, zêdetirî 57 mîlyon dengder dengên xwe dane bi rêya dengdana pêşwext an jî bi rêya postê.

Çav bi taybetî li ser Wîlayetên wekî Texas, Iowa, Kansas, Maine, Michigan û Ohio ne, ku encamên wan dikarin kontrola Senatoyê diyar bikin.

Demokratan ji bo bi destxistina piranîya di Civata Nûneran de bi kêmanî sê kursîyên zêde hewce ne. Di Civata Senatoyê de jî niha 47 kursî hene û ji bo kontrolkirina piranîyê hewce ne ku bigihîjin 51 kursîyan, ango divê çar kursîyên zêde bi dest bixin.

Ew berbijêrên ku di hilbijartinên Sêşemê de têra xwe deng bistînin û werin hilbijartin, dê di 3'ê Çileya 2027'an de dest bi kar bikin.

Li gel hilbijartinên Kongresê, dengdan ji bo hilbijartina walî li 36 Wîlayetan, û herwiha ji bo Civatên Wîlayetan û Civatên herêmî jî tê kirin.