Yekîtîya Ewropî Piştgirîyê Dide Agirbesta Enerjîyê ya Ukrayna û Rûsyayê

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropayê Kaja Kallas agirbesta enerjîyê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh roja Yekşemê ragehand pêşwazî kir, lê got hîn ne diyar e ka Rûsya dê bi wê bimîne an na.

Kallas îro roja Duşemê ji rojnamevana re got her agirbestek divê ne tenê sektorê enerjîyê, lê hemû êrîş û kuştinan jî bigire nav xwe. Wê diyar kir ku Ukraynayê tenê yek parzûna petrolê heye, lê Rûsyayê gelek parzûn hene, ji ber vê yekê agirbesta niha zêdetir li berjewendîya Moskowayê ye.

Kallas got “em ê ji Amerîkayê bixwazin ku cezayan li ser Rûsyayê zêde bike da ku şer bi awayekî rastîn bi dawî bibe.”

Di heman demê de, Kallas ragihand ku Yekîtîya Ewropayê îro dê nêzîkî 1600 cezayên nû li dijî sektora leşkerî û pîşesazîya parastinê ya Rûsyayê bipejirîne. Wê got ev mezintirîn pêla cezayan e ku Yekîtîya Ewropayê ji destpêka şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê ve di yek carê de pejirandiye.