Greenlandê Peymana Ewlehîyê ya bi Amerîka re Pejirand

Endamên parlamana Greenlandê peymaneke nû ya ewlehîyê di navbera girava xwe, Denmarkê û Amerîkayê de îro roja Sêşemê erê kir. Ev peyman ji bo bihêzkirina ewlehîya herêma Bakur (Arktîk) û Bakurê Okyanûsa Atlasê hat amadekirin.

Li gor Ajansa Reuters, ev lihevkirin rê li ber avakirina baregehên leşkerî yên nû yên Amerîkayê li Greenlandê vedike. Herwiha alozî û girjîya ku ji ber daxwazên serok Donald Trump ên ji bo girêdana vê giravê bi Amerîkayê re çêbibûn, kêm dike.

Armanca vê biryarê ew e ku hêza leşkerî ya Amerîkayê li herêmê zêde bibe, lê di heman demê de desthilata xweser a Greenlandê di bin kontrola Denmarkê de bimîne. Ev peyman dê di soberojê de jî bimîne, heta heke Greenland biryara serxwebûna tam bide.
Di dengdanê de 16 endaman dengê "erê" da û ti dengên "na" nehatin danê, lê heft parlemanteran jî ti deng neda.

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku pesendkirina peymana dîrokî ya Serok Trump ji hêla Greenlandê ve, serkeftineke din a mezin e ji bo ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê.

Di daxuyanîyekê de Wezaretê got ku, “ev Rêveberî berjewendîyên stratejîk ên Amerîkayê li herêma Arktîkê diparêze, berevanîya me ya neteweyî bihêz dike û misoger dike ku ev herêma krîtîk ji gefên dijminan dûr bimîne.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott, li ser X'ê ragihand ku rêkeftina li ser Greenlandê serkeftineke mezin e ji bo Amerîka, Greenland û NATO'yê. Pigott teqez kir ku "ev encam tenê bi rêya hewldanên Serok Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio pêk hatiye."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, û Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen û Serokwezîrê Greenlandê Jens-Frederik Nielsen di meha Îlona borî de peyman îmze kir. Ev civîn û îmzekirina peymanê li bajarê New Yorkê, di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de pêk hat.

Tê payîn ku parlamenterên Denmarkê di dawîya vê mehê de li ser peymanê biaxivin. Peyman dê hingê bikeve kar demildest ku gavên yasayî yên parlamana Denmarkê bi hevahengîya Greenlandê re temam bibin.