Amerîkayê Cezayên Nû Danîn Ser Tora Fînansekirina Hamasê

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê îro, roja Înê, ragihand ku Amerîkayê cezayên nû danîn ser tora darayî ya Hamasê.

Di nav kes û aliyên ku ketine bin van cezayan de, endamekî baskê leşkerî yê Hamasê, du aliyên berhevkirina alîkariyên darayî ku navenda wan li Fransayê ye û du saziyên din hene.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku van tedbîran, toreke fînansekirinê eşkere kiriye ku çend salan dixebitî. Li gorî wezaretê, vê torê bi rêya komeleyên xêrxwaziyê û kanalên pereyên dîjîtal, zêdetirî 2 mîlyon dolar ji bo Hamasê veguhestiye.

Wezaretê got ku ev tor rêbazên xwe yên berhevkirin û veguhestina pereyan diguherîne, da ku ji tedbîrên şopandin û dîtina van pereyan dûr bimîne.

Wezareta Xezîneyê herwiha ragihand ku yek ji kesên ku cezayên nû li ser hatine danîn Selîm Ebdullah Selîm El-Zeq e. Li gorî wezaretê, ew li Xezeyê ye û cîgirê fermandarê ketîbeya di baskê leşkerî yê Hamasê de ye.

Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li ser platforma X got, rêxistinên terorîst ên wekî Hamas, li ser navbeynkarên darayî yên pêşketî û planên sextekarîyê radiwestin ji bo peydakirina pereyan û domandina çalakiyên xwe û xapandina gel.

Bessent got ku Wezareta Xezîneyê dê berdewam bike, kes û aliyên ku piştgirîya darayî didin Hamasê destnîşan bike, wan tecrîd bike û li ser wan cezayan deyne.